‛Divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bike ku ava çemê Firatê berde’

Meclisa Xeta Rojava û komînên Minbicê daxuyaniyek da û tê de sûca dewleta Tirk a dagirker a qutkirina ava çemê Firatê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku para sûriyan ji avê berde.

‛Divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bike ku ava çemê Firatê berde’
27 gulan, 2021   14:19
MINBIC

Hevseroka Xeta Rojava ya Minbicê Ruweyda Hinêzel daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Xeta Rojava, komîn û gelek şêniyên Minbicê xwend. Daxuyanî li keraxên çemê Firatê li nêzî pira Qereqozaq hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

/ar/uploads/files/2021/05/27/133417_img_9934.webp

"Dewleta Tirk sûcên li dijî sûriyan û mehrûmkirina ji ava çemê Firatê berdewam dike û karesata li Sûriyê bandor li tevahî gelê Sûriyê kir, ji şer, tirs, xeterî û berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê.

Dewleta Tirk roj bi roj rola xwe ya di kûrkirina krîza Sûriyê de piştî derbasbûna terorîstan di xaka xwe re ber bi Sûriyê ve, vekirina sînor li pêş terorîstên li cîhanê û piştevaniya sûcên wan ên qirêj ji bo berjewendiyên dewleta Tirk, eşkere dike. Li gel van tevahî sûcan avê li ser sûriyan qut dike, bi wê re tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Dewleta Tirk avê didize da ku bazariyê bi para şêniyên Sûriyê bike û wek rêbazekî şantajê bi kar tîne, da ku hegamonî û desthilatiya xwe ferz bike. Ew jî piştî hevkarên wê yên DAIŞ’î di pêkanîna ajandeyên wê de bi bin ketin, pêk tîne. Berdewama girtina avê û dizîna wê dê zirareke mezin bi gelê Sûriyê bike û li gel berbelavbûna nexweşî û pandemiyan karesateke xeternak çêke. Her wiha ava binerd jî kêm bike û di encamê de ewlehiya avê tune dibe û dê birçîbûnê çêke û madeyên xwarinê kêm bike.  

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez tev bigerin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin û rejîma Tirk li tevahî civînên navneteweyî û kongreyên cîhanî eşkere bikin û divê NY û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî helwestekê li gorî rêgezên xwe yên mirovî nîşan bide û pêngavên seknandina dewleta Tirk a dagirker wergirin.

Ev sûcên ku AKP’ê pêk tîne bandorê li hewldana wan a gihandina Sûriyeke bi ber demokrasî û nenavendî ve nake û ji gelê Sûriyê hêvî dikin ku guh nedin propgandayên dewleta Tirk ên herikîna avê, ji ber heta vê kêliyê hîna jî av bernedaye û rêjeya wê kêm e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jm0QYye3QO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>