​​​​​​​Berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk didome; 5 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker didomin. Di çalakiyên gerîla yên 25-27’ê Gulanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

​​​​​​​Berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk didome; 5 leşker hatin kuştin
27 gulan, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê agahî parve kirin. HPG’ê wiah da zanîn:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal;

26’ê Gulanê saet 07:50’î li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedef bi îsabet hatin lêdan.

27’ê Gulanê saet 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serda ê herêma Avaşîn ji esmanan ve çalakiyek hate kirin. Hedef bi îsabet hatin lêdan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

26’ê Gulanê saet 18:30’î dema ku helîkopteran dixwestin leşkeran dane stra Dola Maran a herêma Avaşîn hêzên me bi çekên giran li helîkopterên dan. Li ser mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

27’ê Gulanê saet 09:30’î hêzên me bi çekên giran li Girê Karaqolê ya girêdayî herêma Zapê çalakiyek kirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran dever bombe kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

Di 25’ê Gulanê de saet di 14.30’an de li Girê Koordîne ya qada Bektorya ya Heftanînê li dijî dagirkeran du çalakî hatine kirin. Di çalakiya pêşîn de kozika ku 3 dagirker tê de bûn, bûne hedef. Li vê derê 3 dagirker hatine cezakirin û kozik hatiye îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî kamelyaya ku 2 dagirker tê de bûn bûye hedef û 2 dagirkerên tê de hatine cezakirin. Kamelya hatiye îmhakirin û derb li radareke li vir hatiye xistin.

Di van çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran piştre bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane. Agahiyên li ser êrişan wiha ne;

Di 26’ê Gulanê de saet di 15.05 û 21.45’an de Girê Zendûra ya Metînayê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 26’ê Gulanê de saet di 19.30’an de balefirên şer li qada Dola Maran a Avaşînê dane. Di heman rojê de saet di 21.50 û 22.45’an de helîkopteran leşker anîne qadên Mam Reşo û Dola Konferansê ya Avaşînê.

Di 26’ê Gulanê de saet di navbera 18.30 û 23.00’an de helîkopteran leşker anîne Girên Şehîd Serxwebûn û Petrût ê Zapê.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”