​​​​​​​Li Hecînê kesên nenas karkerên paqijiyê gulebaran kirin

Kesên nenas 3 karkerên paqijiyê yên Şaredariya Hecînê gulebaran kirin. Di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Hecînê kesên nenas karkerên paqijiyê gulebaran kirin
27 gulan, 2021   12:04
DÊRAZOR

Îro dema ku Mihemed Hesûn El-Ibêd, Meşel Hemûd El-Mirkaz û Silêman El-Ebid El-Ferec ên karkerên Şaredariya Gel a Hecînê ji kar vedigerîn, ji hêla kesên nenas ve hatin hedefgirtin.

Di encamê de Mihemed Hesûn El-Ibêd yekser jiyana xwe ji dest da, her wiha Hemûd û Silêman bi giranê birîndar bûn û niha li nexweşxaneya El-Kêsom ya nêzî Hecînê têne dermankirin. 

/kr/uploads/files/2021/05/27/120505_-.webp

Li gorî Hemûd El-Mirkaz da zanîn, kesên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, ew gulebaran kirine. 

/kr/uploads/files/2021/05/27/120452_-.webp

 (dx )

 ANHA