Li Girê Spî çeteyekî dewleta Tirk ji aliyê komên çete ve hat kuştin

Li gorî çavkaniyên herêmî li kantona Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ji aliyê koma xwe ve hat kuştin.

Li Girê Spî çeteyekî dewleta Tirk ji aliyê komên çete ve hat kuştin
26 gulan, 2021   18:40
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, çeteyê ku hatiye kuştin bi navê Ebû Xedîce tê naskirin, heman çete berê endamê DAIŞ`ê bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kir, tevlî koma Siqûr El-Suna ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji nûçegihanê me re ragihandine, çete ji aliyê koma xwe ku tevlê bûye ve hatiye kuştin. Koma Siqûr El-Suna îro bi ser mala wî ya li bajarokê Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî de girt û ew kuşt.

Çavkaniyan bi bîr xist ku hevsera çeteyê kuştî di serdegirtinê de birîndar bûye.

Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve endamên wê li herêmên dagirkirî belav bûn. Ajansa me di 9`ê meha borî de belge kiribû ku mîrekî çeteyên DAIŞ`ê bi navê Maseb El-Bedir li kantona Girê Spî di teqîna lûleya gazê de hate kuştin.

(şx)

ANHA