​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket

Îro li Qamişloyê Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî kongreya xwe ya damezrîne li hola El-Rewabî li dar xist. Gelek partiyên siyasî, oldar û endamên saziyên civaka sivîl tev lê bûn. 

​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
​​​​​​​Li Qamişloyê Kongreya Damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk a Asûrî li dar ket
26 gulan, 2021   16:09
 QAMIŞLO

Di kongreyê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir axivî û got: “Derbarskirina projeya netewdewletê ku civak parçe kir û gelek nakokî di navbera gelan de derxist, di pêkanîna projeya fêlezof Abdullah Ocalan anku projeya neteweya demokratîk û Rêvebeirya Xweser de pêkan e.”

Erîf di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku armanca hemûyan a Sûriyeya demorkatîk ya nenavendî pêk were û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, werin parastin. Her wiha hemû pêkhateyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehiyê bi hev re bixebitin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) axivî û lidarketina kongreya damezrîne a Partiya Soroya Demokratîk pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Îbrahîm bang kir ku hemû hêz li rex Rêveberiya Xweser bixebitin da ku Sûriyeya demokratîk a nenavendî ava bibe.

Nesredîn wiha domand: « Aloziya Sûriyê ji ber du sedeman çêbû. Ya yekê destpêka avabûna dewleta Sûriyê ye ku destûra wê hebûna gelên din li rex pêkhateya Ereb qebûl nekir. Pêkhateyên din paşguh û înkar kir û siyaseta nijadperestiyê li dijî wan meşand. Ya din tunebûna pergeleke demokratîk a nenavendî û ya pirrengî ku vîna hemû gelên Sûriyê temsîl dike. »

Nûnerê dêra Suryan a Qamişloyê Xûrî Şemon axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. Şemon jiyana hevbeş a gelên herêmê teqez kir û got bi yekitiyê dê bi ser kevin.

Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Komîteya Damezrîner a Partiya Soroya Demokratîk Aho Henna axivî û armancên partiyê bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Armanca partiya me ya sereke parastina hebûn û nasnameya me ye. Da ku li her derê em karibin banga mafên xwe yên destûtî bikin. Rolekê di avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî de bilîzin. Her wiha da ku bi awayekî fermî ziman û çanda me di destûrê de were naskirin.”

(şx)

ANHA