Şêniyên gundewarê Dêrazorê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

​​​Şêniyên bajarokê Giranîç ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê 6 şehîdên ku di meha Gulanê de di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê 2018`an de gihaştin asta şehadetê bi bîr anîn.

Şêniyên gundewarê Dêrazorê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
26 gulan, 2021   13:28
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan îro li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê merasîma bîranîna 6 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) orgenîze kir.

Malbatên şehîdan, fermandarên leşkerî, endamên Meclisa Gel û Meclisên Herêmî beşdarî merasîmê bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê gelek axaftin hatin kirin. Ji fermandaêrn hêzên leşkerî Şemlan El-Şemlan axivî û got:"Fedekariyên şehîdan ên ji bo vê xakê dane û da ku ji terorê rizgar bibin, hişt ku israr û hêza şopdarên wan zêdetir bibe. Ew ê her tim meşeleya ronahiyê ya azadîxwazan bin."

Serokê Meclisa Firatê Ebdurehman El-Dixêfîc jî axivî û îşaret bi girîngiya têkoşîna şehîdan ji bo azadiyê kir û got: "Wan aştî pêk anî û bi saya wan li welatê me ewlehî misoger bû."

Şehîdên ku hatin bibîranîn ev in; Ebduselam El-Hemade, Emar El-Şemlan, Ebdurehman Îbrahîm El-Hesen, Fadî Elî El-Îfan, Xelîl El-Umêr û Ebdurezaq El-Emîr.

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan mûm li pêşiya wêneyên şehîdan vêxist.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ucTMlLGy548" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>