Piştî binçavkirina fermandarekî Heşd Şebî, li Iraqê alozî derket

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku piştî binçavkirina fermandarekî Heşd Şebî Qasim Muslih, di navbera Heşd Şebî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de alozî derketiye.

Piştî binçavkirina fermandarekî Heşd Şebî, li Iraqê alozî derket
26 gulan, 2021   12:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî siyasî ji RT`ê re ragihand ku ji vê sibehê ve ji bo berdana fermandarê Heşd Şebî ku berpirsê operasyonên Enbarê ye Qasim Muslih, peywendî di navbera Heşd û hin aliyên siyasî yên din de dewam dikin û bang li Kazimî tê kirin ku Muslih berdin. Lê belê Mistefa Kazimî wê yekê red dike.

Qasim Muslih li herêma Dewra ya Bexdayê ji aliyê hêzên taybet ku tê gotin girêdayî nivîsgeha serokê hikumetê Mistefa Kazimî ne ve, hate binçavkirin.

Qasim Muslih yek ji fermandarên berz ên Heşd Şebî ye û nêzî cîgirê serokê desteye Ebû Mihdî El-Muhendis û fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Qasim Suleymanî bû.

Çavkaniyekî ji Heşd Şebî jî ragihand ku alîgirên Qasim Muslih dê li parêzgeha Kerbelayê xwepêşandanekê li dar bixin û banga berdana wî bikin.

(cx)