Koma Kevneşopî; rengê jinên Efrînê

Koma Kevneşopî ji salên 80`yî ve xwedî taybetmendiyeke cuda ye û bi dengbêjiyê navdar e ku ji hêla jinan ve tên pêşkêşkirin. Îro jî hewl dide hejmara endamên xwe yên jin zêde bike da ku mîrasa Efrînî vejîne û biparêze.

Koma Kevneşopî; rengê jinên Efrînê
26 gulan, 2021   08:48
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Di 8'ê Adarê sala 2020'an de, Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê komeke muzîka folklorîk ji bo jinan li navenda Kampa Serdem a navçeya Til Sûsin a kantona Şehbayê ava kir.

Kom ji 3 jinên temenmezin pêk tê, her wiha 3 endamên jinên ciwan ên Kevana Zêrîn alîkariya wan dikin.

Kom bi navê ‘Kevneşopî’ an jî ‘Koma Şehîd Mizgîn" tê naskirin. Şehîd Mizgîn ku bi deng, peyv û stranên xwe yên şoreşgerî tê naskirin, di sala 1992'yan de li herêma Tetwanê şehîd bûye.

Ev kom gelek stranên gelêrî yên Efrînê pêşkêş dikin. Endamên komê bi rêya stranên xwe têkiliya nifşên nû bi çand û kevneşopiyê re xurt dikin.

Endama Nebîhe Mihemed got: "Em şopdarên rêya dayikên xwe ne ku folklora kurdî û ya Efrînê zindî bikin, ne tenê bi rêya stranbêjiyê lê di hemû warên jiyanê de da ku dîroka me ya dewlemend ji bo nifşan bibe çirayek."

3 endamên komê di salên 80'yî de karê xwe di nav ‘Koma Engîzek’ de dikir, her wiha  beşdarî gelek şahî û çalakiyên neteweyî bûn, di wê demê de ji ber xebata wan di tevgera çand û hunerê de ji hêla rayedarên rêjîma Baasê ve rastî zext û zordariyê hatin.

Nebîhe wiha dewam kir: "Jin bi pabendbûna xwe ya bi çand û mîrasa xwe tên naskirin, ji ber ku jin bi rêya strananan hestên xwe derdixin, çi di dema xwedîkirina zarokên xwe yan jî di dema karê çandiniyê de be. Ji zarokatiya xwe de, ez karê stranbêjiyê dikim, wê demê pir kes tev li koman nedibûn, heya îro em wek endamên komê karê xwe dikin û em hewl didin koma xwe berfireh bikin.”

Nebîhe Mihemed got: "Koçberkirina bi zorê ji Efrînê gelek bandor li me kir, her wiha bi vê êş û hêviya vegerê em îro stranan dibêjin û bi dengê xwe em dixwazin dîrok û çîrokên xwe ji hemû gelan re ragihînin."

Nebîhe Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku huner, çand û mîrasa kurdî biparêzin da ku di nav nifşên nû de zindî bimîne.

(dx)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rI2Wsv3VC8M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>