Rojnameyên erebî: Herêmên hikumeta Şamê dê dema serokatiya El-Esed dirêj bikin

Rojnameyên erebî yên îro behsa hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê, têkiliyên Misir û Qeterê û dosyaya Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Herêmên hikumeta Şamê dê dema serokatiya El-Esed dirêj bikin
26 gulan, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HERÊMÊN REJÎMÊ DÊ ÎRO DEMA SEROKATIYA EL-ESED DIRÊJ BIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Saet di 07:00`an de roja Çarşemê dengdana ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê dest pê dike. Gelek texmîn diyar dikin ku Beşar El-Esed careke din dê bibe serok.

Wezîrê karê hundir ê Sûriyê Mihemed El-Rehmûn duh ragihand ku hemû amadekarî, pêwîstiyên lojîstikî ji bo hilbijartinên serokatiyê amade ne.

Gelê Sûriyê di nava aloziyên de ye. Li gorî raporên NY`yê ku zêdetirî ji sedî 87 ji gelê Sûriyê di nava xizaniyê de dijî û zêdetirî 9,3 milyon kes pêwîstiya wan bi xwarinê heye.

Li bakurê rojava yê welêt ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hilbijartin tên boykotkirin.

Li herêmên cuda yên di nava lihevkirinê de yên li başûrê welêt tu beşdarbûn ji hilbijartinan re çênabe. Bangên xwepêşandan û çalakiyan hatin kirin û li ser dîwarên navendên hikumetê dirûşmên tu rewabûna hilbijartinan tune ye, hatin nivîsandin.

Çavkaniyên herêmî got çalakvanên li Derayê banga lidarxistina xwepêşandanan li qada mizgefta El-Emrî ya bajarê Besra Şam kir da ku tekeziyê li ser girêdanên bi pîvanên şoreşa Sûriyê û redkirina hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê, bikin.

Niştecihên Hesekê got hilbijartinên serokatiyê "şeklî" ne û sedema wê jî ji ber beşdarbûn tenê li herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê de tê kirin.”

‘QETER ÎŞARET JI AMERÎKAYÊ GIRT Û BER BI MISIRÊ VE DIÇE’

Têkildarî rewşa Qeterê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Qeter bi lez kete nava tevgerê da ku têkiliya xwe bi Misirê re sererast bike, piştî ku guhartina di helwesta rêveberiya Amerîkayê têkildarî Qahîreyê de dît.

Serokatiya Misirê di daxuyaniyekê de got mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemd Al Sanî roja sêşemê bang li serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî kir ku serdana Dewhayê bike.

El-Sîsî pêşwaziya wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdulrehman Al Sanî kir ku peyama şêx Temîm gihand wî.”

‘AMERÎKAYÊ NÊRÎNA XWE DER BARÊ AGIRBESTA LI FILISTÎNÊ DE PÊŞKÊŞ KIR’

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "DYA hewl dide agirbesta di navbera Îsraîl û komên Filistînê de li Xezayê bi rêya nêzîkatiyên siyasî, daîmî bike. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di rêzedaxuyaniyan de diyar kir ku çareserkirina her du dewletan rengek ji çareserkirina şer, ji nû ve avakirina têkiliyên bi aliyê nîştimanî yên Filistînê re û derfetê nede tevgera Hemasê ku sûdê ji pereyên ku ji bo avakirina Xezayê hatine dayîn, bigire.

Anthony Blinken diyar kir ku serdana wî ji Îsraîl û xaka Filistînê re ji bo çareserkirina her du dewletan bû û yekane şêwazê çareserkirina şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de ye.”

(bx)