Ji ber çixareyê, ciwanekî efrînî 2 sal û nîvan hate îşkencekirin

Zêdetirî du sal û nîv ciwanekî efrînê ku temenê wî 20 sal derbas nekirin, hate îşkencekirin. Sedema wê jî çixare neda hejmarek ji ciwanên Tirk.

Ji ber çixareyê, ciwanekî efrînî 2 sal û nîvan hate îşkencekirin
26 gulan, 2021   00:48
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Bi awayekî giştî ciwanên Kurd li bajarê Tirkiyê ji aliyê welatiyên Tirk û istixbaratên girêdayî dewleta Tirk ve rastî binpêkirinan tên. Armanca wan ku ji wan ji Tirkiyê derxînin. Rêxistinên mafên mirovan bi hezeran rewşên bi vî awayî belge kir bêyî ku tu helwest ji aliyê civaka navneteweyî were nîşandan.

Ciwanê (Î.H) ku kurdekî ji Efrînê ye û ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, çîroka xwe vegot. Çîroka girtina wî li herêma Arnavutkoy yê girêdayî bajarê Stenbolê hate destpêkirin. Ew ciwan di sala 2013`an çûbû Stenbolê da ku bixebite û debara xwe û malbata xwe ya jiyanî bike.

PIŞTÎ ÊRIŞA LI SER EFRÎNÊ RASTÎ BINPÊKIRINA HAT

(Î.H) got, dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êriş li dijî bajarê wî Efrînê dan destpêkirin, rastî gelek binpêkirinan ji aliyê welatiyên Tirk û istixbaratên wê ve hat û herî giran jî çîroka girtina wî bû ku komek ji ciwanên tirkan ên nejadperest zanîbûn ku ew ciwan ji Efrînê ye rêya wî digirin, piştî ku çixareyek û telefona wî jê dixwazin, pêvçûnek derdixin. (Î.H) got, ciwanên Tirkî pêwendî bi dewriyeke polîsan re kiribûn da ku wî yekser bigrin dema ku pevçûn dest pê bike û wî bibin girtîgehê. Dema ku ciwanên Tirk êrişî wî kirin, polîs hatin û ciwanê efrînî girtin.

Piştî du mehan ji îşkence û binpêkirina li dijî ciwanê Kurd, wî bi darê zarê bi rêyê dergehê Bab El-Hewa tevî 16 kesên din dişînin Sûriyê û wî neçar dikin ku belgeya derketina bê veger qaşo li ser xwesteka kesayetî bêyî tu zextên ji hikumeta Tirkiyê îmze bikin.

Piştî dagirkirina Efrînê bi çend rojan, ciwanê bi navê (Î . H) dighêje bajarê xwe. Yekser li geraca Efrînê ji aliyê çeteyên Sultan Mûrad ve tê girtin û ber bi girtîgehê ve tê şandin. Li gorî ku dibêje, tawana li dijî wî ew e ku danûstandinên wî bi Rêveberiya Xweser re hebûn û niha jî bi êriş û teqînan di hundirê Efrînê de tê tawanbarkirin

(Î.H) di nava 27 rojên girtinê de, ji aliyê serokê girtîgehê çeteyê bi navê Ebû Leys ve rastî cûreyên herî qirêj ên îşkenceyê tê. Her wiha çeteyê bi navê Ebû Xalid ku lêpirsînê pê re vedike di rojên girtinê de wî bê av û xwarinê dihêle.

Paşê wî radestî çeteyên Firqet El-Hemzat a bi serkêşiya çete Ehmed Zekûr ku bi navê Ebû Ebdo El-Boşî tê naskirin, tê kirin.

Di nava du mehan ji girtina li gel çeteyên El-Hemzat de, ciwanê Kurd di aliyê fîzîkî û manewî de hate îşkencekirin û gotinên nexweş jê re dihat kirin da ku  agahiyan jê bigrin û wî bi tawanên ne rast tewanbar dikirin. Jêre digotin ku ew istixbaratê Rêveberiya Xwesere û mayîn çandiye. Di wê demê de Dr. Riyad Mele ku ji şêniyên gundê Coqê yê girêdayî herêma Efrînê ye bi wî re di girtîgehê de bû.

 (Î . H) diyar kir ku di dema ku ew li gel çeteyên El-Hemzat girtî bû 24 kes ji Efrînê di navde jin û zarok bi tawanên cûda hatin girtin û derbarê serbestberdana wan fidiye ji malbatên wan xwestin.

GIRTÎGEHA EBÛ XUREYB A TIRKAN

Girtîgeha Ebû Xureyb a Iraq ji xirabtirîn girtîgehên li Rojhilata Navîn e ku girtî ji mafê xwe yê herî biçûk mehrûm dimîne û nav û dengê wê piştî êrişa Amerîka li ser Iraqê hate belavkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê jî girtîgeheke bi vî awayî li herêma Hewar Kilis ava kiriye.

 (Î . H) her wiha ber bi girtîgeha Ebû Xureyb a dewleta Tirk a li herêma Hewar Kilis ve tê veguhestin, dema ku derbasî girtîgehê dibe bi amûreke tûj piştî wî birîndar dikin û xwê li birînên wî dikin.

Ciwanê Kurd got ,lêpirsîn bi girtiyên din re di saetên derengî şevê de dihat kirin. Kiriyarên herî qirêj ji îşkenceya piskolojîk û fîzîkî li ser wan dihat kirin ji wan "Derzî dixistin bin nenûkên wan û radikirin, kontaka bi kehrebeyê û lêxistina bi cenzîrên hesin). Bi van hemûyan re jî ew ji xwarin û vexwarinê mehrûm dihiştin û serbazê istixbaratên Tirk (MÎT) lêpirsîn bi girtiyan re dikir.

Ji ber zehmetiyên ku ciwanê Kurd di girtîgeha Ebû Xirêb de dît nikarîbû êşa xwe bi gotinan wesif kiriba û ku di nava mehekê de li ser bilinko daliqandin û sê rojan li ser derî bidareve kirin.

Piştî wê ciwanê Kurd bi çend kesên din re ber bi cihekê ne diyar di bin erdê de hatin şandin. Piştî 6 mehan nas dike ku ew di yek girtîgeheke çeteyan li bajarê Babê yê dagirkirî de ye û ew girtîgeh ji aliyê Firqet El-Hemzat ve ya bi serkêşiya Ebû El-Ebid El-Kadirî ku ew jî ajanekê istixbaratên dewleta Tirk re tê birêve birin.

Ciwanê Kurd du sal û 2 mehan di girtîgeha Babê de dimîne. Girtîgeh ji aliyê komeke kesên ku madeyên hişbir vedixun dihat birêvebirin û wan kesan girtî ji xwe re weke alavên pêkenokê didîtin û şêwazên îşkenceyê ku di nava dîroka girtîgehan de nehatibûn kirin, pêk dianîn.

Ji şêwazê îşkenceyê ku li ser wan dihat kirin, birçîkirina girtiyan di demên dirêj de, porê wan jêdikirin û xwarin di serê wan de didan û girtî neçar dikirin xwarina li ser serê hev bixwin. Xwarina wan tenê nîv nanê xirabûyî bû û libek zeytûn ji rojekê re bû.

Çeteyan derfet ne didan girtiyan ku serê xwe bişon. Her çend mehan girtî carekê dikare xwe bişo. Şûştin bi avê tenê bêyî madeyên paqijiyê bû.

Li gorî (Î . H) ku di rojên destpêkê de spî dikevin girtiyan û gurî dibin. Girtî bi vî awayî dimînin û hin ji wan jî dimrin û got, bi dehan girtî ji ber îşkence, birçîbûn, jehrkirin û gurîbûnê jiyana xwe ji dest da.

(Î. H) navên gelek kesên li cem wî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane anîn ziman, ji wan welatiyê Efrînê yê ji gundê Dargirê Kawa Omer ku berê mamosteyê zimanê Kurdî bû û Mihemed Omer ku ew jî ji Dargirê ye, Mihemed Omer kor bû û  tu têkiliyên wî bi tawnên li dijî wî re tune bûn, rewşa wan jî wekî rewşa hemû girtiyan bû.

 (Î.H) diyar kir ku çeteyan piştî ku Kawa Omer îşkence dikirin û bi zorê avê qirêj didan wî piştî ku ew çend rojan tî dihîştin, Kawa bi zikêş û birîn di made de ket. Her wiha dema ku hat xwestin ku bijîşk alîkariyê bide Kawa, çete ketin hundirê girtiyan û heqaret li wan kirin û gotinê " hûn kurd beraz û kafir in" dubare dikirin, heta ku yek ji çeteyan bi xertûmek hesinî li Kawa da û yekser jiyana xwe ji dest da.

 (Î.H) lê zêde kir ku  ji ber ku çete îşkenceyên dijwar û rêbaza mirina hêdî li dijî girtiyan bi kar tînin, hin girtî neçar dimînin ku jiyana xwe bi destê xwe bidin wek welatiyê bi navê Ehmed Bêbaka yê ku bi destê xwe kuşt. Ehmed hevjînê N.S ya ku bi hevjîna xwe re hatin girtin û piştî 2 sal û 7 meh hat berdan.

Piştî zêdetirî 2 sal û nîvan ji girtin, zilm, îşkence bêyî dadgehkirin, ciwanê bi navê (Î.H) hat berdan. (Î.H) ji herêmên dagirkerî direve û diçe Şehbayê.

(bx)

ANHA