Ji xwendekarên Zanîngeha Rojava Insiyatifa “Pêşeroj Diaxive”

Xwendekarên Zanîngeha Rojava insiyatîfeke bi navê "Pêşerojê Diaxive" ragihand û got: "Ev insiyatîf tê wê wateyê ku em qada zanîngehê bikin qada hevgirtin û heqîqetê bi dengeke bilind bînin ziman."

Ji xwendekarên Zanîngeha Rojava Insiyatifa “Pêşeroj Diaxive”
25 gulan, 2021   18:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, xwendekarên Zanîngeha Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Em weke çalakvan û têkoşerên ciwanên azadîxwaz hewl didin ku bibin insiyatîfek a xwendekaran ji bo hişiyarî, azadî û bexteweriyê. Insiyatîfa me îdîayeke ku ji aliyê hejmarek xwendekarên Zanîngeha Rojava ve çêbûye û diçe ku pêk bê. Daxwaza me ew e ku di demeke kin de xwendekarên hemû zanîngehan bi me re têkelî çêkin û tev li wê hewldana me bibin. Îdîaya insiyatîfê li ser fikarên me ava bûye; fikarên ku xwendekar û ciwan di hemû cîhanê de bi wan re hevpar in."

Di daxuyaniyê de, bal li ser insiyatîfê û armanca wê hate kişandin û wiha hate gotin: "Insiyatifa me ew e ku zarokên azadiyê yekdeng bin da ku hêzên desthilatdar cîhana pêşerojê ji me re nekin dojeh. “Pêşeroj Diaxive” tê wê wateyê ku em qada zanîngehê bikin qada hevgirtin û heqîqetê bi dengeke bilind bînin ziman, em banga hevdu bikin, ne tenê ji bo axaftinê, em ê li cîhana pêşerojê biryar bidin. Ev mafê me ye. Em pêşeroj in, em ê biaxivin.

Werin em bi hev re derbarê cîhana xwe ya pêşerojê de biaxivin û biryar bidin

Em çawa kar bikin:

- Em ê wijdana cîhanê li hember kiryarên faşîzm-terorîzmê şiyar û zindî bihêlin. Ji bo wê yekê jî em ê hemû kiryarên dij mirovahî yên çeteyên islamîst û dagirkerên Tirk ji raya giştî re ragihînin.

- Em ê hemû cûre çalakiyên meydanî li her cihekê li dijî faşîzm û terorîzmê pêk bînin.

- Em ê bi tevahî xwendikarên hemû zanîngehên cîhanê bêcudahî û ferqê di asta rêxistinên xwendekarî, girûp û takekes re têkilayan çêkin û nêrînan bi hev re  parve dikin.

- Em ê hemû kesên ku bi insiyatîfa me re dilxwez in di her astê de kar bikin, plana çalakiyên hevpar, civîn, komxebat, konferans li dar bixînin û yeketiya xwe xurt dikin;

- Em ê bi hemû rexistinên nasnemeyên bindest, ekolojîst, feminîst û internasyonalîstan re têkelî û hevkariyê bikin."

ANHA