​​​​​​​Têkildarî hilbijartinan, parçebûn di nava partiya hevbendî de çêbûn

Hejmarek endamên Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Reqayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber beşdarbûna partiyê ya hilbijartinên serokatiyê ji partiyê veqetiyan.

​​​​​​​Têkildarî hilbijartinan, parçebûn di nava partiya hevbendî de çêbûn
25 gulan, 2021   13:36
REQA

Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrtîk a Sûriyê bi daxuyaniyekê destekdayîna xwe ji hilbijartinên serokatiya Sûriyê û serokê wê yê niha Beşar Esed re ragihand û got ew"Hêviya Sûriyê ye".

Li ser vê nêzîkatiyê hejmareke endamên partiyê yên şaxê Reqayê bi daxuyaniyekê veqetandina xwe ji partiyê re ragihandin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya MSD`ê ya li Reqayê bi amadebûna endamên partiyê, şêx, rûspiyên eşîreyan û rewşenbîrên Reqayê ve hate xwendin. Endamê partiyê yê veqetiyayî Mihemed El-Desûqî daxuyanî xwend.

Endaman di daxuyaniya xwe de veqetandina xwe ji partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê ragihand û wiha hate gotin: "Di demekê de ku hikumeta Şamê hemû pêkhateyan paşguh dike, banga partiyê ya beşdarbûna hilbijartinên Sûriyê ne rewa ye, ne destûrî û ne demokratîk e. "

Di daxuyaniyê de, endaman anî ziman ku daxuyaniya Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê ne li gorî pîvanên partiyê û armancên wê di avakirina Sûriyeke demokratîk nenavendî ye û ew vê daxuyaniyê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de, endamên ku ji partiya xwe veqetiyan da zanîn ku ew tev li hilbijartinên  hikumeta Şamê nabin û wiha hate gotin: "Em ê li gorî biryarên MSD`ê yên têkildarî hilbijartinan û QSD`ê ya ku bi hezeran şehîd ji bo aramiha herêmê da, tev bigerin."

Her wiha di Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê de jî veqetandin çêbûn.

(bx)

ANHA