Artêşa Tirk gundên sivîlan ên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Toxara biçûk ê girêdayî Minbicê, topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên sivîlan ên Minbicê topbaran dike
25 gulan, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, gundê Toxara biçûk di van kêliyan de rastî topbaranê tê.

Navenda ragihandinê anî ziman ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Toxara mezin a bakurê Minbicê, gundê Toxara biçûk topbaran dike û heta van kêliyan topbaran dewam dike.

ANHA