Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û berxwedana gerîla silav kir.

Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarokê Girbawî şênî li dijî dagirkeriyê meşiyan
24 gulan, 2021   12:20
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca qirkirin û dagirkirinê bi awayekî hovane êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di wan êrişan de çekên qedexekirî bi kar anîn. Li hemberî wan êrişan gerîla berxwedaneke destanî nîşan dide.

Ji bo şermezarkirina wan êrişan û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li ser bangewaziya meclisa bajarokê Girbawî bi dehan şênî meşiya.

Meş ji çerxerêya El-Firin dest pê kir û li ber avahiya Şaredariya bajarokê bi dawî bû. Beşdaran pankartên “Soza me em pergala îmraliyê hilweşînin û bi azadî bi Serok Apo re bijîn”, “Şoreşa me rûmeta me ye em rûmeta xwe diparêzin”, “Rêya we rêya me ye û armanc we armanc me ye” û “Em berxwedana Garê silav dikin” hildan.

Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û sembolên kurdî rakirin.

Meş li ber avahiya şaredariyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endama Rêveber a Kongreya Star Fedye Îsmaîl axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan êrişan şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk ne tenê dijminatiye gelê Kurd dike lê belê dijminatiya hemû gelên herêmê dike.”

Fedye di dawiyê de got: “Gelê herêmê piştgiriya hêzên li çiyayên Kurdistanê dike, dê her tim wefadarê wan bin û şopdarên rêya şehîdan bin.”

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(şx)

ANHA