​​​​​​​KNK’ê serdana Yekitiya Parlamenteran kir

Şandeyeke KNK’ê serdana Yekitiya Parlamenteran a Kurdistanê kir. Di civînê de hate gotin “Em ê ji bo yekitî çêbe, kar û xebatên xwe xurttir bikin.”

​​​​​​​KNK’ê serdana Yekitiya Parlamenteran kir
24 gulan, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya hevseroka KNK’ê a Hewlêrê Zeyneb Murad serdana Yekitiya Parlamenteran a Kurdistanê kir.

Şande bi endam û rêveberên Yekitiya Parlamenteran re civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Endamê Yekitiya Parlamenteran Kerîm Behrî got: “Me behsa rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî kir. Bi taybet pirsgirêkên li hemberî Kurdistan û neteweya Kurd tên, hate guftûgokirin. Helwesta me û ya KNK’ê nêzî hev e, em ê bi hev re hewl bidin pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Kurd de çareser bikin.”

Behrî di dewamê de got dê bi KNK’ê re kar bikin û berjewendiya neteweya gelê Kurd biparêzin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî di heman daxuyaniyê de axivî û got: “Rewşa di nava partiyên siyasî yên Kurdistanê de, hate guftûgokirin. Bi Yekitiya Parlamenteran re ezmûnek me ya dema borî jî heye. Em dixwazin karên baştir bikin û vî karê xwe dewam bikin. Ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd em ê hemû hewldanan bikin.”

Tê payîn ku şandeya KNK’ê bi partî û saziyên Başûrê Kurdistanê re civîn û serdanên xwe dewam bike.