Rêveberiya Xweser hemû dergehên di navbera herêmê hikumeta Şamê de girtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku ew hemû dergehên sînorî yên di navbera herêmê Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de digirin.

Rêveberiya Xweser hemû dergehên di navbera herêmê hikumeta Şamê de girtin
24 gulan, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarek bi hejmara 129’an derxist û tê de ragihand ku ew hemû dergehên sînorî yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser de û herêmên hikumeta Şamê de, digirin û girtina wan îro di saet 19:00’an de dest pê dike.

Rêveberiyê da zanîn ku girtina dergehan heta derxistina biryareke din dê dewam bike.

ANHA