Parêzeran ji bo hevdîtina rêber Ocalan serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina rêber Ocalan serlêdan kir
24 gulan, 2021   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe axivîbû û ev hevdîtin di nîvî de hatibû qutkirin.

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in piştî 8 salan di 2-22’ê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn û ji wê demê şûnde bersiva serlêdana ji bo hevdîtinê nayê dayîn.

(cx)