Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê gelek bajarokên Idlibê û deverên din ên li Sehil Xab a Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin
24 gulan, 2021   09:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), şeva din û heta vê sibehê hêzên hikumeta Şamê deverên li Kensefra, Bare, Filêfil, Bênîn, Fitêra yên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumetê ji saetên sibehê ve jî bajarokê Kensefra yê çiyayê Zawiyê, derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil  Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(cx)