Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi Koronayê ketin
24 gulan, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku li herêmê 113 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 64 mêr, 49 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14

Qamişlo: 21

Dêrik: 11

Reqa: 49

Dêrazor: 7

Kampa Holê: 11

Mistefa her wiha diyar kir ku 4 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 554 kes bi Koronayê ketine, ji wan 717 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 770 kes baş bûne.

(cx)