ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2021
23 gulan, 2021   23:00

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif teqez kir ku hevkariya dewleta Tirk û hikumeta Şamê di bûyerên guhertina demografiya herêmên Sûriyê de, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê ye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li kampa koçberên Girê Spî krîzeke mezin a ava vexwarinê heye. Rêveberiya kampê ku derfetên wê kêm e ji bo çareserkirina vê krîzê bê çare maye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo piştgiriya berxwedana HPG’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên bajarokê Girbawî yê Qamişlo meşekê saet di 09:30’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê diyar kir ku divê bawerî bi rêxistinên navneteweyî ku aliyekî komploya li dijî rêber Ocalan bûn, neyê kirin û got “Rêbaza herî baş ji bo şikandina tecrîdê, belavkirina fikrên rêber Ocalan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu li ser doza Kobanê û têkiliyên AKP'ê û komên çete got "Rejîma Tayyîp Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rûspiyên eşîrên Ereb ên Til Temirê banga naskirina Rêveberiya Xweser wek hikumeteke rewa kir û got “Rêveberiya Xweser gelên herêmê temsîl dike, daxwazên wan bi cih tîne û bêyî cudakarî mafên wan diparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN)  

- Cotkaran behsa bandorên kêmbûna ava çemê Firatê li qada çandinî û sewaldariyê kir û hişyarî ji karesateke rasteqîn, dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

ANHA