'Divê gelê me hişyar be û dewleta Tirk teşhîr bike'

Hisên Osman bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkerî rawestîne. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku ji siyasetên dagirkeriyê hişyar bin û teşhîr bikin.

'Divê gelê me hişyar be û dewleta Tirk teşhîr bike'
23 gulan, 2021   02:55
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, polîtîkayên guhertina demografî, tirkkirin û sûcên kuştin, revandin, îşkencekirin û destdirêjî bi rêbazên cûda didomin. Armanca komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ew e ku gelê Sûriyê bixe bin desthilata dagirekriyê.

`DEWLETA TIRK GUH NADE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ`

Têkildarî mijarê Sekretêrê Partiya Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Minbicê Hisên Osman wiha got: "Em binpêkirinên ku li herêmên dagirkî têne kirin, ji nêz ve dişopînin. Dewleta Tirk bi pozbilindî nêzî qanûn û pîvanên navneteweyî dibe û di nava bêdengiya civaka navneteweyî de qanûnan bin pê dike. Ev jî delîlekî ber bi çav ji êrişa hovane li dijî herêmên me û xaka Sûriyê ye."

Hisên Osman îşaret bi avakirina  avahiyên mêtîngeriyê û wiha domand: "Di dema dawî de avahiyên mêtîngeriyê ji Cerablus heta Efrîn û Şehbayê hatin avakirin. Ev yek bi destek û finanseya hin aliyên herêmî bi hinceta alîkariya bi koçberên Sûriyê re di aloziyê de tê kirin. Ev pere ji bo derxistina  fitine tevlîheviyê tên şandin ku bandorê li hevgirtina civaka Sûriyê dike."

Osman banga derketinê li dewleta Tirk a dagirker kir û wiha axivî: "Em di Partiya Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê de her tim banga derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember sûcên li dijî mirovahiyê ji talankirin, tecawizkirin, revandin, tirkkirin, ferzkirina ziman ku li beramberî çavên tevahî civaka navnetweyî têne kirin, bisekinin."

Her wiha Hisên Osman got, divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û sînor ji sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin re, deyne.

`DIVÊ GELÊ SÛRIYÊ RASTIYA DAGIRKERAN NAS BIKE`

Girêdayî destwerdana ajnîdeyên derve di Sûriyê de û destekdayîna ji terorê re Sekretêrê Partiya Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Minbicê wiha got: "Polîtîkkirina pereyan ji bo xizmeta ajnîdeyên siyasî ji siyasetên herî xetere ye. Li vir divê gelê me hişyar be û rastiya ku li wan herêman diqewimin nas bike. Divê gelê me bi pey vê stratejiya dem dirêj nekeve. Divê em sûcên dewleta Tirk ji civakên navneteweyî teşhîr bikin ."

Osman di axaftina xwe de behsa qutkirina ava çemê Firatê kir û wiha pêde çû: "Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve em zehmetiyan dikişînin. Qutkirina avê bandoreke pir mezin li depoyên avê û ewlehiya xurekê kir, ku di encamê de bandoreke neyinî li rewşa jiyanî ya welatiyan dike."

Osman bi domdarî got: "Ji ber sûcên dewleta Tirk ku roj bi roj zêde dibin, em gelek êş dikişînin. Lê civaka navneteweyî yan hêzên herêmê li hember kiryarên AKP'ê tu helwestên cidî nîşan nedane."

Hisên Osman bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê kir ku xwedî yek helwest bin, xeteriya binpêkirinên ku têne kirin zanibin, li gorî berpirsiyariyê bin û bi awayekî hevgirtî li hember çi xeteriya ku gefan li binesazaiya demografiya Sûriyê dixe, bisekinin.

Sekretêrê Partiya Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Minbicê Hisên Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê me hişyar bin û têgeha hemwelatîbûnê bidin rûniştandin. Em di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê de teqeziyê li ser yekitiya Sûriyê, nasnameya wê û derxistina tevahî dagirkeriyê ji Sûriyê dikin. Her wiha em banga avakirina Sûriyeke nenavnedî ji bo pêşerojê dikin da ku bibe Sûriya nû ji tevahî pêkhate û rengên wê û bibe Sûriya bi hêz û ya adil."

(bx)

ANHA