Rûspiyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrezorê got: "Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew vîna gelên herêmê temsîl dike û çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye."

Rûspiyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye
22 gulan, 2021   23:38
DÊRAZOR

Di demeke ku hikumeta Şamê hewl dide hilbijartinên serokatiyê li dar bixe de, lê li aliyekî din tu reform çênekirine û pêkhateyên din ên Sûriyê paşguh kirine. Girêdayî vê yekê eşîrên Dêrazorê got, li hemberî hemû hewldanên derxistina fitneyan ew piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê her hilbijartin an jî destûreke ku Rêveberiya Xweser tê de neyê beşdarkirin, boykot bikin.

/kr/uploads/files/2021/05/22/181020_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Caadlê ya Dêrezorê, Sebar Îfan El-Hisên bal kişand ser serkeftinên ku Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê bi dest xistine, her wiha pêkanîna ewlehî û aramiyê ku piştî salên dirêj ji alozî û tevliheviyê hatine rûniştandin.

El-Hisên diyar kir ku Rêveberiya Xweser û saziyên wê rasterast bi welatiyan re di nav têkiliyan de ye û got: "Ev yek atmosfêreke demokratîk û wekhevî afirand, nemaze ku tevahî pêkhateyên rêveberiyê bêyî cûdabûn û paşguhrkirin di girtina birayran de beşdar in. "

El-Hisên teqez kir ku Rêveberiya Xweser guh dide daxwazên gel û hin biryarên ku ji aliyê gel ve hatin redkirin, betal kirin.

El-Hisên îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî hemû plan û komployên dijber çi ji aliyê DAIŞ'ê ve yan hikumeta Şamê ve yan jî dewleta Tirk ve têne çêkirin, li ber xwe dide û got: “Ruxmî dorpêçê û derfetên kêm rêveberî xebatên xwe didomîne.”

/kr/uploads/files/2021/05/22/181033_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a li gundewarê rojhilatê Dêrazor Ebdurehman El- Dixêfic diyar kir ku Rêveberiya Xweser hêza rasteqîn li herêmê ye ku ti kes nikare rêxistinbûyîna li herêmê ya di aliyên leşkerî, îdarî û siyasî de înkar bike.

El- Dixêfic destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser û projeya wê dikare li hemû cîhanê pêk were û got: "Ji ber ku bi rêya tevlêkirina hemû pêkhateyan di rêveberin û girtina biryaran de xwedî projeyeke birêxistinkirî û demokratîk e. Ji wê zêdetir yekser bê bendên bîrokratiyê xwe digihîne welatiyan."

El- Dixêfic behsa birêxistinbûyîna ku li herêmê hatiye pêkanîn bi taybet pergala meclisên herêmî, komînan û xwebirêvebirinê kir.

Der barê hilbijartinên serokatiyê de ku dê di nav çend rojên bê de ji hêla hikumeta Şamê ve dest pê bikin, Sebar Îfan El-Hisên û Ebdurehman El-Dixêfic diyar kir ku eşîrên Ereb van hilbijartinan boykot dikin. Her duyan teqez kir ku her hilbijartinek an biryarek der barê pêşeroja herêmê de bêyî beşdarkirina Rêveberiya Xweser redkirî ne. Her wiha da zanîn ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye.

Her du rûspiyan spasiya Rêveberiya Xweser kir, ji ber ku li xwesteka gel guhdar kir û biryara bi hejmar 119 a girêdayî bilindkirina nirxên sotemeniyê betal kir.

Rûspiyên eşîran bang li civaka navneteweyî kir ku Rêvebiriya Xweser nas bike û piştgiriya wê bike da ku li herêmê pêşketinên mezin çêbibin.

(dx)

ANHA