Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ`ê kirin hedef

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê 20 derbeyên hewayî li nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Dêrazorê xistin. Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê operasyonên lêgerînê yên li dijî çeteyan li herêmên cuda yên çolistana Dêrazorê didomînin.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ`ê kirin hedef
21 gulan, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li borî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê ji vê sibê ve, bi 20 derbeyên hewayî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana El-Şola û herêma Çiyayê El-Bişrî ya çolistana rojavayê Dêrazorê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê, operasyonên lêgerînê li herêmên cuda yên çolistana Sûriyê didomîne. Lê heta niha tu encamên rasteqîn ji wan operasyonan nehatine bidestxistin.

Di 13`ê Gulanê de SOHR`ê ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê gerên xwe li ser çolistana Sûriyê didomînin. Ji bo sînordarkirina tevgerên çeteyan li herêmê  êrişên hewayî li dijî beyara Asreya ya gundewarên rojhilatê Hemayê, derdora çiyayê El-Bişrî li ser sînorên îdarî yên di navbera Reqa û Dêrazorê de pêk hatin.

Ruxmî wê jî hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê nikarin çeteyên mayî tune bikin ku êrişî hêzên hikumeta Şamê dikin ku di encamê de gelek windahiyên wan çêdibin.

(şx)