Li Reqayê 2 mayin hatin bêbandorkirin

Tîma bêbandorkirina mayinan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 2 mayin bê bandor kirin.

Li Reqayê 2 mayin hatin bêbandorkirin
21 gulan, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Reqayê der barê hebûna cismên biguman li nêzî avahiyekê de hatine agahdarkirin. Li ser wê tîma bêbandorkirina mayinan çûye cihê bûyerê û dever girtiye.

Piştî lêkolînên destpêkê diyar bû ku ew 2 mayin in ku ji bo hedefgirtina sivîlan hatina danîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku her du mayin hatine bêbandorkirin.

(şx)