Şehîd Amed Agirî li Amûde hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde şervanê QSD`ê şehîd Ehmed Seyd li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir kir.

Şehîd Amed Agirî li Amûde hat oxirkirin
Şehîd Amed Agirî li Amûde hat oxirkirin
Şehîd Amed Agirî li Amûde hat oxirkirin
Şehîd Amed Agirî li Amûde hat oxirkirin
21 gulan, 2021   11:04
QAMIŞLO

Ehmed Seyd (Amed Agirî) di 19`ê Gulanê de di encama êrişa şaneyeke DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûde, Ezîze Culî axivî û got: “Em sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin ku ji bo parastina şeref û rûmeta vî welatî canê xwe feda kir.”  

Ezîze teqez kir ku ew ê bi saya fedakariyên şehîdan bi ser bikevin û berxwedana malbatên şehîdan silav kir û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Endamê Meclisa Leşkerî Osman El-Meo jîaxivî û got: “Şehîd rêberên me yên manewî ne. Şehîd Ehmed tev li hemû pêngavên li dijî komên tarî bû û bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bû.”

Di dawiya merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbatê kir û di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ehmed li goristanê hat veşartin.

(şx)

ANHA