‘Vegera li Efrînê ne tenê bi rêya tabloyan e, dê bibe rastiyek û hemû efrînî bibînin’

Şêwekar Ahrîman Hesen hêviya gelê Efrînê ya vegera li Efrînê bi rêya tabloyeke koçberiya ji çiyayê Lêlûn ku li başûrê rojhilatê Efrîna dagirkirî ye, nîşan dide. Ev tablo şahî û kêfxweşiya vegerê ya li ser heman rêyê temsîl dike.

‘Vegera li Efrînê ne tenê bi rêya tabloyan e, dê bibe rastiyek û hemû efrînî bibînin’
21 gulan, 2021   09:35
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Şêwarkar Ahrîman Hesen bi rêya tabloya xwe ya ku di Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn de çêkiriye, hewl da hêviya efrîniyan a vegera li warê xwe nîşan bide. Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn di 19`ê Gulanê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê dest pê kir.

Dengên guleyan, qîrîna zarokan, dayikan û zehmetiya rêya koçberiya li ser çiyayê Lêlûnê yê welatê zeytûnan, bîranînên herî dawîn ên efrîniyan in ku 58 rojan li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da.

20`ê Çileya 2018`an de saet di 16:22`yan de artêşa Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir û asmanê Efrînê veguherand qada balafirên şer ku 72 balafir herêmek bi qasî 3 hezar û 850 kîlomtredam bombebaran kirin. Piştre di 18`ê Adara heman salê de herêm dagir kir.  

Dema şêniyên Efrînê di 18`ê Adarê de ji bajarê xwe derketin û berê xwe da kantona Şehbayê, wêneyên karwanên koçberiyê belav bûn, nexasim dema gihaştin çiyayê Lêlûnê yan jî wekî ku tê naskirin “Çiyayê Ehlam” ê ku dikeve başûrê rojhilatê Efrînê. Efrîniyan li hemberî dagirkeriyê serî netewand û niha berxwedana xwe bi hêviya vegerê, li Şehbayê didomînin.

Hêviya vegerê ya di bîra bi hezaran şêniyên Efrînê de zindî ye, şêwekar Ahrîman Hesen karî bi firçe û tabloya xwe nîşan bide. Bi wê tabloyê tev li Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn bû ku dehan hunermend tev lê bûn û gelek beşdarî wê bûn.

Ahrîman Hesen ji şêniyên Efrînê ye û li bajarê Helebê yê Sûriyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li dibistanên Helebê bi dawî dike. Piştre di Peymangeha Hunerên Bedew de dixwîne. Careke din vedigere Efrînê û li wê derê dibe mamoste.

Hesen tevî ku li Helebê ji dayik bûye û temenê xwe li wir borandiye, lê kesayeta wî bi ser Efrînê ve diçe, ji ber ku dîroka pêşiyên wî lê ye. Di her tabloyekê de hewl dide rewşa bajarê xwe nîşan bide û xwest dîmena koçberiyê veguherîne û bike wêneyê vegerê.

Tabloya xwe bi rengên zeytî xêz kiriye. Bi wan rengan xwezaya bedew a Efrînê rave dike. Her dateyek çîrokeke welatê zeytûnan vedibêje.  

‘HER KU EFRÎNÎ BIBÎNIN TABLOYA MIN DÊ VEGUHERE RASTIYÊ’

 

Hesen got ew dixwaze bi rêya tabloyên xwe hêviya efrîniyan nîşan bide û got: "Gelek şêwekaran tabloyên hunerî xêz kirin û êşa koçberên Efrînê dan der, lê min bi tabloya xwe xwest ez kêfxweşiyê bixim dilê koçberan çi yên Serêkaniyê be û çi jî yên Girê Spî û Efrînê."

Hesen bi bîr xist ku tablo di salek û nîvan de bi dawî kiriye û wiha pê de çû: "Ji ber ku her ez li pêşiya wê rûdiniştim ez hem bi êş û hem jî bi hêviyê dihesiyam. Lê bi xêzkirina tabloyê re min hîs kir ku ez bi rastî vedigerim Efrînê ne ku bi rêya vê tabloyê."

Ahrîman Hesen di dawiyê de diyar kir ku tabloya wî dê veguhere rastiyekê û dê tevahiya efrîniyan vê yekê bibînin û teqez dê rojekê vegerin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VwxEf679GWA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>