Edla Misto: Tirkiye avê qut dike da ku welatî dev ji warên xwe berdin

Hevseroka Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Edla Misto diyar kir ku qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve zêdetirî milyonek kez bê av hişt. Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike ku tevliheviyê li herêmê derxe û şêniyan neçar bike dev ji warên xwe ber din û demografiya herêmê biguhere.

Edla Misto: Tirkiye avê qut dike da ku welatî dev ji warên xwe berdin
20 gulan, 2021   07:33
HESEKÊ

Bi rastî dewleta Tirk ava vexwarinê li ser zêdetirî milyonek welatiyên kantona Hesekê û zêdetirî sed hezar koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî qut kir.

Stasyona Elok ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê serwer kirine, avê dide kantona Hesekê. Lê çeteyan li ser fermana dewleta Tirk avê li ser kantonê qut dikin. Bi vê yekê jiyana bi milyonan kesên li kantonê dijîn, dixin xetereyê, nexasim ku vîrusa koronayê li herêmê belav bûye. ".

Hevseroka Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Edla Misto qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve wek şerê avê bi nav kir û got: "Ev komployeke navneteweyî ya din e ku bi beşdariya hêzên mezin pêk tê."

Der barê armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava stasyona Elokê de Edle Misto ev yek diyar kir: "Dewleta Tirk armanc dike tevliheviyê li herêmê çêke û ew ne xwedî tu rêgezeke mirovî ye.”

Edle Misto di dawiyê de bang li welatiyan kir ku li dijî komployên dewleta Tirk bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yn31hiPhINI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>