Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist

Bi diruşma"Zimanê me hebûna me ye, hebûna me îmha nekin" îro Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a giştî ya kantona Hesekê şahiyek bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li dar xist û tê de bawernameyên her sê astên zimanên kurdî li 94 mamosteyan belav kirin.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê şahiyek li dar xist
19 gulan, 2021   18:21
HESEKÊ

Di şahiya ya ku li navenda rêveberiyê ya gitşî hatiye lidarxistin, bi sedan mamoste û rêveberiyên Hesekê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê Jînda Ehmê axivî û Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir û li ser rol û xebata mamosteyan ji dema destpêkirina çirûska şoreşa Rojava û heta niha ve axivî, her wiha behsa girîngiya zimanê kurdî di Rêveberiya Xweser de kir, bi taybet piştî amadekirina meteryalên Rêveberiya Xweser ên bi tevahî zimanên kurdî, erebî û suryanî.

Jînda Ehmê wiha got: "Gelê Kurd ji salan ve ji bo parastina hebûna xwe tê dikoşe û di vê têkoşînê de ziman her tim di pêş de bû. Ji lew re girîng e ku Kurd li ber xwe bidin û parastina doza perwerdeya bi zimanê dayikê bikin. Ji ber qirkirina gelê Kurd bi qirkirina zimanê wî ve girêdayî ye."

Jînda Ehmê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û tevahî sûc li dijî gelên herêmê pêk anîne, armanc jê jî îmhakirina ziman, nasnameya Kurd, tirkkirina herêmê û guhartina demografiyê ye."

Piştî axaftinê, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê her sê bawernameyên astên zimanê kurdî li 94 mamosteyên xort û keç belav kirin.

Şahî bi xwendina helbest, stranên şoreşgerî ji hêla mamosteyan ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Ptu5TuMs2c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>