Li Kampa Holê cenazeyên du xwişkan hatin dîtin

Li Kampa Holê li beşa paneberên Iraqê cenazeyên du xwişkên iraqî hatin dîtin ku bi guleyan hatine kuştin.

Li Kampa Holê cenazeyên du xwişkan hatin dîtin
19 gulan, 2021   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên du jinên iraqî dîtin ku di 19`ê Gulanê de bi guleyan ji aliyê kesên ne nas ve hatine kuştin.

Çavkaniyan bi bîr xist her jin xwişkên hev in û navên wan wiha ne: Ala Atiye Ehmed Salih (1991) û Rexed Atiye Ehmed Salih (1989). Her du ji Iraqê ne û di kona ku lê diman de ya li beşa yekê ya kampê kuştî hatin dîtin.

Ruxmî ku Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn meha borî operasyoneke fireh li kampê li dar xist û ruxmî ku di wê operasyonê de gelek endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin ku berpirsên bûyerên kuştinê ne, lê dîsa jî bûyerên kuştinê berdewam in.

(şx)

ANHA