Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi îşkenceyê qetil kir

Li Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd ê ji aliyê gardiyanên Îranê ve bi lêdanê hate îşkencekirin, jiyana xwe ji dest da.

Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi îşkenceyê qetil kir
18 gulan, 2021   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, şeva Duşemê 17’ê Gulanê li Girtîgeha Ûrmiyê girtiyê bi navê Emîr Rezayî (35) bi giran hatiye îşkencekirin.

Hate ragihandin Rezayî yê ji Ûrmiyeyê ye, ji ber îşkenceyê ji ser hişê xwe diçe û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Komeleyê ragihand Emîr Rezayî rakirine karantînayê û piştî vegeriya qawîşa xwe 4 gardiyanan êrişî wî kirine. Cenazeyê Rezayî hê radestî malbatê nehatiye kirin.