Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlê xwse hevtîtinê pêk bînin, serî li serdozgariyê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir
18 gulan, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Ev axaftin jî tenê ji bo çend deqeyan dewam kiribû û piştre hatibû birîn.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.