Êrişên Îsraîlê rewşa mirovî ya li Xezayê girantir dikin

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 198 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 300 kes birîndar bûne. Her wiha li piraniya herêmên Xezayê binesazî bi temamî hatiye rûxandin û av û kehrebe ji ser şêniyan qut bûne.

Êrişên Îsraîlê rewşa mirovî ya li Xezayê girantir dikin
17 gulan, 2021   12:01
XEZA

Şerê li Xezayê di roja 8`emîn de dewam dike. Hejmara qurbaniyan û rûxandinê zêdetir dibe.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku ji ber bombebarana dijwar a Îsraîlê binesazî bi temamî hatiye rûxandiye, zirarên mezin gihaştine tora kehrebeyê û bi deh hezaran şêniyên Xezayê ji malên xwe derketine.

Wezareta Tenduristiyê bi bîr xist ku zêdetirî 40 hezar kesên li herêmê ji mal û herêmên xwe derketine û berê xwe dane cihên ewle.

Nûnerê NY`yê Tor Wennesland ragihand ku ji ber bombebarana Îsraîlê nêzî 40 dibistan û 4 nexweşxane bi awayekî beşî ya bi temamî hatine rûxandin.

/ar/uploads/files/2021/05/17/101346_whatsapp-image-2021-05-17-at-12.43.24-pm.webp

Nûçegihanê me destnîşan kir ku şer bi xwe re aloziyên mirovî yên li Xezayê girantir kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku hejmara qurbaniyan gihaştiye 198 kesan ku di nav de 58 zarok û 35 jin, her wiha hezar û 300 kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Ramallahê jî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Dîfa El-Xerbiyê ve 21 kes şehîd bûne û bi sedan kes birîndar bûne.

Îsraîlê kolanên sereke li Xezayê rûxandin, tevgera ambulans û wesayitên alîkariyên mirovî rawestandiye. Ji ber ku Îsraîlê kolanên ku digihêjin “Navenda El-Şîfaa” ku navenda tenduristiyê ya sereke ye li Xezayê rûxandiye, ambulans di veguhestina kuştî û birîndaran de astengiyên mezin dibînin.

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Mirovî (OCHA) da zanîn ku hikumeta Îsraîlê hefteya borî derbasbûna tîmên alîkariyan û kamyonên sotemeniyê ji bo Xezayê, her wiha derbasbûna madeyên xwarinê ji Xezayê re, qedexe kiriye.

OCHA`yê diyar kir ku Îsraîlê erdên çandiniyê bombebaran kirine û rê nade masîgiran ku li beravên Xezayê masiyan bigirin. Her wiha ava vexwarinê ji ser 250 hezar kesî hatiye qutkirin.

Li gorî hin raporan, kolanên li Beyt Lahya ya li bakurê Xezayê di bin ava kanalîzasyonê û gilêşê de mane.

(cx)

ANHA