Rêjîma Îranê ciwanekî Kurd bi darve kir

Rêjîma Îranê ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê ji Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi darve kir.

Rêjîma Îranê ciwanekî Kurd bi darve kir
17 gulan, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê duh ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê xelkê Îlam, li girtîgeha navendî ya Îranê li bajarê Îlam, hate darvekirin.

Li gorî çavkaniyê, Cemal Mihemedî beriya du salan ji aliyê dadgeha bajarê Îlam ve, bi sucê kuştina fermandarek supayê pasdaran ve hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Cemal Mihemedî duh li girtîgeha Îlam hate darvekirin.