Zanîngeha Rojava Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava bi peyamekê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku “Hebûna me nîşaneya têkbirina pergala pişaftinê ye.”

Zanîngeha Rojava Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15 gulan, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava di peyama xwe ya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî de wiha got:

“Ziman, gewherê ku xwe daye der û bûye deng, riste û hevok. Ziman, rengdayîna gewher e. Ziman baxê çand û hunerê ye. Ziman hêlîna dîrokê ye. Lewre her gel û civak bi zimanê xwe tên nasîn. Ziman hebûn û nasname ye.

Zimanê Kurdî jî yek ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Yek ji wan zimanên ku kevintirîn çanda cîhanê di şaneyên xwe de vedişêre. Tevî hemû êrîşên pişaftinê jî, vê dewlemendiyê xwedî dike û li ser piya ye. Em jî weke Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava ku zanîngeheke kurdî ye û di nava berxwedaneke dîrokî de şîn bûye, dibêjin ku hebûna me nîşaneya têkbirina pergala pişaftinê ye.

Di vê roja dîrokî de em dibêjin ku ji kûrahiya dîrokê heta Elî Herîrî û Baba Tahir, ji Ehmedê Xanî û Nalî û Mewlewî heta Gîv Mûkiryanî û kovara Hawar û roja me ya îro hemû kedkarên zimanê kurdî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bangewaziya me; “li gewher û zimanê xwe xwedî derkevin…”