‘Divê demildest dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê bê avakirin’

Berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got mayîna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê xetereyeke mezin li ser gelên herêmê çêdike û bang li hêzên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan bilezînin.

‘Divê demildest dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê bê avakirin’
15 gulan, 2021   06:40
HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ`ê sûcên herî xirab wekî kuştin, serjêkirin, koçberkirin, rûxandina bajaran û binesaziya herêmê li dijî gelên herêmê pêk anîn. Hêzên Sûriya Demokratîk di 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê li cihê wan ê herî dawîn Baxozê tune kirin û bi hezaran ji wan girtin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yên herî zêde zirar dîtine, bi awayekî domdar daxwaz dikin ku dadgeheke navneteweyî ji bo girtiyên DAIŞ`ê li herêmê bê avakirin û li ser sûcên ku pêk anîne, bên darizandin.

Ruxmî daxwazên gel ên fermî yên lezandina avakirina dadgeheke navneteweyî jî, lê belê civaka navneteweyî û di nav de NY, Meclisa Ewlehiyê û Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ`ê wan daxwazan paşguh dikin û helwesteke zelal nîşan nadin.

GEFÊN ŞANEYÊN DAIŞ`Ê

Têkildarî mijarê, berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatinê ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got ku gelên heêrmê hîna jî ji ber çeteyên DAIŞ`ê azarên mezin dikişîne û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ`ê malên me xirab kirin û zarokên me kuştin. Tevî ku QSD`ê ew tune kirin, lê hîna jî em rojane şaneyên çeteyên DAIŞ`ê gefan li me dixwin.”

El-Sebah diyar kir ku armanca wan xirabkirina herêmê, têkbirina îstiqrar û aramiya herêmê, kuştina gelê herêmê û tunekirina projeya demokratîk û biratiya gelan e.

XETEREYÊN HEYÎ

Xelef El-Sebah daxuyand ku mayîna çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî, xetereyeke mezin li ser herêmê çêdike û got: “Mînaka wê yekê bûyerên kuştinê yên rojane li kampa Holê ne.”

Berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatinê ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah di dawiya axaftina xwe de bang li welatên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê bilezînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PbpZJdz9V3o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>