Birayê Şelan ê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Divê çete bên darvekirin, ne em

Birayê Şelan Îlyas ku dadgeha parêzgeha Nînewayê tevî 3 ciwanên din biryara darvekirinê lê biriye, got tiştê rû dide dê tevliheviyê li Şengalê derxe. Her wiha xwest ciwanên êzidî li gorî madeya 4`an a qanûna têkoşîna li dijî terorê neyên darizandin.

Birayê Şelan ê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Divê çete bên darvekirin, ne em
15 gulan, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN - SÎPAN SILO

Di 21`ê Nîsana 2021`an de Dadgeha Cezayan a parêzgeha Nînewayê ya Iraqê der heqê 4 ciwanên êzidî; Seîd Xidir Seido (20), Farûq Feysal (22), Ehmed Faris Salih (19), Şelan Îlyas Qasim (22) biryara darvekirinê da.

Ciwanên navborî bi tawabariya kuştina 2 ciwanên ji eşîra El-Şemer di 16`ê Îlona 2020`an de li ser rêya di navbera gundê Til Ezîz û Şengalê de, ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatibûn girtin.

Gelê êzidî li hemberî biryara dadgehê bertek nîşan da û ew yek wek fermaneke nû di bin navê qanûnê de hesiband. Nexasim piştî peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de ya têkildarî rêvebirina kar û barên ewlehî û îdarî li Şengalê.

Êzidiyan diyar kir ku yên divê bên darvekirin çeteyên DAIŞ`ê ne, ku di 2014`an de êzidî kuştin û revandin û hîna beşeke mezin ji çeteyan di nava gund û bajarên Iraqê de xwe veşartiye.

HEVDÎTIN QEDEXE KIRINE

Yasir Îlyas ku birayê Şelan Îlyase, ji ANHA`yê re diyar kir ku biryara der heqê her 4 ciwanan de, ne li gorî qanûnê û mafên mirovan e.

Îlyas got hevdîtina malbatan bi ciwanên girtî re hatiye qedexekriin. Di heman demê de dadgehên Nînewayê hejmareke çeteyên DAIŞ`ê serbest berdide û hîna bi hezaran ji wan bê darizandin di girtîgehan de ne.

Îlyas diyar kir ku di demekê de ku divê edalet bê pêkanîn û yên komkujî li dijî êzidiyan kirine bên muhasebekirin, biryara darvekirinê li ciwanên êzidî dibirin.

DIVÊ DARIZANDINA ÊZIDIYAN NE LI GORÎ MADEYA 4`AN A TÊKILDARÎ TERORÊ BE

Birayê Şelan, Yasir Îlyas destnîşan kir ku Dadgeha Cezayan a Nînewayê biryara li dijî Şelan û ciwanên din li gorî madeya 4`an a qanûna têkoşîna li dijî terorê 13’an a 2015`an hatiye derxistin, daye û wiha lê zê de kir: “Bi çi mafî êzidiyan li gorî wê madeyê darizînin. Yên karên terorî pêk anîne hene, divê ew li gorî wê madeyê bên dariznadin, ne em.”

Îlays daxuyand ku civaka êzidî di Tebaxa 2014`an de rastî êrişên hovane û qirkirina komî hat û got divê her kes edaletê pêk bîne û nebe şirîkê berdewamkirina kuştina êzidiyan.

‘DARVEKIRINA CIWANAN DÊ TEVLIHEVIYÊ DI NAVBERA PÊKHATEYÊN ŞENGALÊ DE DERXE’

Îlayas bi bîr xist ku hikumeta Iraqê dixwaze rewşê xirab bike û bi rêya biryara darvekirinê dixwaze tevlîheviyê di navbera Kurd û Erebên Şengalê de derxe û herêmê bê îstiqrar bike.

Îlyas got ku dijminahî di navbera wan û Ereban de nîne û biryara darvekirinê rêya fitneya di navbera pêkhateyan de ye.

Demek berê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê biryara dadgeha Iraqê bi biryareke siyasî bi nav kiribû û bang li raya giştî û gel kiribû ku dakevin qadan û li hemberî zilma li ser ciwanên civaka êzidî xwedî helwest bin.

Di madeya 4`an a qanûna têkoşîna li dijî terorê ya bi hejmar 13’an de wiha tê gotin: “Her kesê ku karekî terorê pêk aniye yan jî beşdar bûye, kesê ku ew kar teşwîq kiriye, yê plan kiriye û yê fînanse kiriye û her kesê ku derfet daye terorîstan ku sûcên di vê qanûnê de hatine bibîrxistin, bi heman cezayê faîlê rastî tê cezakirin.”

(cx)

ANHA