Li ‘herêma bêçek’ sewqiyatên nû yên artêşa Tirk a dagirker

Hêzên artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên lojîstîk ên nû ber bi nuqteyên xwe yên leşkerî yên li Idlibê ve pêk anîn.

Li ‘herêma bêçek’ sewqiyatên nû yên artêşa Tirk a dagirker
14 gulan, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirk a dagirker 20 kamyonên bi blokên çîmento û alavên çêkirina rêyan barkirî, ber bi nuqteyên xwe yên leşkeri yên li Idlibê ve bi rê kirin.

Li herêma ji çiyayên bakurê rojhilatê Lazîqiyê û heta gundewarên bakurê rojavayê Helebê û heta bi gundewarên Hema û Idlibê ve, tevgerên zêde û domadar ên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 heye.

Ji destpêka agirbesta nû ya di Adara borî de û heta niha, nêzî 8 hezar û 535 wesayît û nêzî 10 hezar leşkerên Tirk derbasî xaka Sûriyê bûne.

(cx)