Gerîla TV dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Metînayê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya YJA Starê ya li qada Zendûra ya herêma Metînayê weşand. Di wê çalakiyê de 7 dagirker hatibûn kuştin û 2 birîndar bûbûn.

Gerîla TV dîmenê çalakiya YJA Starê ya li Metînayê weşand
14 gulan, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

"5'ê Gulanê saet di 12:00 de li qada Zendûra ya herêma Metînayê, 9 dagirkerên ku li ser Girê Şehîd Çiya tevdigeriyan, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve demekê hatin kontrolkirin û hêzên me piştre derbên giran li wan dan. Di vê çalakiya serketî de 7 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran cenazeyên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bi helîkopteran ji herêmê birin."