Li Çilaxa gundê herî kevnar; Abirê

Gundê Abirê bi xwezaya xwe ya bedew û taybetmendiya xwe ya eşîrtî tê naskirin, niştecihên gund heta niha kevneşopiyên xwe diparêzin. Gund bi rêzegir, kanî û cihên kevnar û 7 mezarên xwe navdar e.

Li Çilaxa gundê herî kevnar; Abirê
14 gulan, 2021   10:15
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Gundê Abirê 5 kîlometreyan dikeve bakur rojavayê navçeya Çilaxa û ji gundên yekemîn e ku şênî lê bi cih bûne. Temenê wê vedigere zêdetirî 300 salî û ji kevntirîn gundên herêma Aliyan e.

Di destpêka sala 1998`an de gund mezin bû û veguherî bajarokekê. Bi damezirandina Rêveberiya Xweser re gelek gund pê ve hatin girêdan û şaredarî lê hatin avakirin.

Li rojhilatê gund, gundê Xirbê Cihûya, li rojavayê wê gundên Tokil û Girkê Xelo, li başûrê wê gundê Şebek û li bakurê wê jî gundê Ale Qos hene.

BINGEHA NAVÊ GUND

Li gorî hinek pirspor û dîroknasan, navê gund ji navê kurê Qiralê Ewlam Îbra tê. Lê kesên xwedî vê nêrînê Qiral Ewlam kî ye diyar nekirin ruxmî ku navê gundê vedigere zimanê Ibrî.

Hinek pisporên din jî dibêjin, Abirê ji peyva " Ibûr" a erebî yanî derbasbûn hatiye, ji ber ku herêma ku gund lê ye, berê herêmeke bazirganiyê di navbera Toros û Anadolyayê de bû.

Dîroknas Kurd ê ku beşa dîrokê li zanîngeha Şamê qedandiye Behcet Ehmed ê ku niha li Almanyayê dimîne ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku dîroka gund gelek kevnar e. Behcet Ehmed diyar kir ku wî sala 2008`an tevî şandeyên biyanî serdana gund kiriye û gelek parçeyên kuzikên dîrokî tê de dîtine.

Ehmed diyar kir ku di girê gund de gelek çîrokên dîrokî hene.

CIHÊN DÎROKÎ YÊN GUND

Ji wan ên herî girîng, Girkê Elî Kûsa yê li bakur rojhilatê gund û gelek kaniyên mîna Kaniya Rîhanî û Kaniya Bîrka.

Her wiha cihên mîna Kevrê Çêlekê, Olam, Tamasa, Kevirê Zelqî, Dara Qîzkê, gora Şêx Salih ku şênî serdana wê dikin.

Li rex wê jî çemê Abirê heye ku jêdera wê ji Bakurê Kurdistanê ye û di Ala Qos re derbas dibe.

Li gorî serjimariya fermî ya sala 2004`an hejmara niştecihên wê der dora hezar û 295 in û hemû jî Kurd in.

Dîroknas Dr. Behcet Ehmed dibêje êla Cobra ji girîngtirîn êlên gund e û kesê bi navê Muradî Omer ku êlê ye gund ava kiriye. Li rex wan jî êla Şêxan, Esiyad, Harûna, Omerka, Dîwanî, Mihacir û Elwe hene.

Li gund du dibistan hene yek seretayî û yek jî navîn. Her wiha Şaredariya Gel û Gerînendetiya Avê jî hene.

Bajarokê Abirê ku girêdayî navçeya Çilaxa ye, bi pirrengîbûna niştecihan û êlan navdar e. 7 mezarên gund hene û gelek girên dîrokî yên kevnar jî hene.

Ji wan 7 mezarên gund, hinek li naverasta gund in, hinek din jî li derdora gund in. Navên wan wiha ne; Mezara Seyd Îsa, Xelef Şêx Elî, Xelef Temo, Mistefa Temo, Şêx Salih û 2 jî ji ber ku gelek kevnar in şênî navên wan nizanin. Gund bi girên xwe mîna Qelaç û El-Lace û kaniyên ku li aliyê rojavayê gund diherikîn û dikevin nava çemê gund, navdar e.

Şêniyên gund debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan peyda dikin. Her wiha gelek niştecihên xwe karmendên, bijîşk, endezyar in û ji gelek beşên din derçûne.

Li rex dîroka wê ya kevnar parêzgeheke xwezayî ya darên berhemdar û daristanî li gund hene. Hejmara daran zêdetirî hezar û 400 dar e. Şêniyên bajarokê û şaredariya wê, axa bûr a tijî kevir veguherandin parêzegeheke xwezayî da ku bedewiya gund biparêzin.

Her wiha 17 ciwanên gund di nava refên Tevger Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Rojava de şehîd bûne û gelek ciwanên wê di salên 70`î de di Şerê Tişrînê de şehîd bûne.

Niha derdora 280 malbat li gund dimînin, debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikin. Piraniya wan jî endamên saziyên Rêveberiya Xweser in.

Emîn Mihemed Rezko (90)  yê ji gund dibêje, dema hatiye gund tenê 20 malbatên Kurd lê bûn.

Rezko diyar kir ku têkiliyên di navbera niştecihên gund de baş in, giyana hevbeşiyê û hevkariyê di navbera wan de heta roja me ya îro berdewam in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yfXaF1lrxUQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>