Meclisa Beth Nehreyn: Sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin

Meclisa Beth Nehreyn a Neteweyî bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û destwerdanên wê yên leşkerî li welatên herêmê re deyin û êrişên wê li dijî Başûrê Kurdistanê rawestînin.

Meclisa Beth Nehreyn: Sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin
12 gulan, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê îro daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got: “Ev êriş rojane li dijî gundên gelê me yê Asûr-Suryan-Keldan ên li bakurê Iraqê bi behaneya şerê terorê, pêk tên. Dewleta Tirk di wan êrişan de hemû cureyên çekên giran wekî balafir, moşek û çekên din ên NATO`yê bi kar tîne, di encamê de gelê me yê mayî tê koçberkirin û kuştin, ku berê jî tevî gelên din di sala 1915`an de ji aliyê dewleta Tirk ve rastî cureyên herî xirab ên qirkirina etnîkî hatibû.”

Meclisê bang li aliyên herêmî û bi taybetî li welatên cîran kir ku nakokiyên xwe li ser sînorên xwe çareser bikin, çanda diyalogê xurttir bikin, pirrengiyê bipejirînin û mafên gelan di destûran de, çanda diyalogê, pêşketinê, demokrasiyê, edaleta civakî û aştiyê li herêmê mayînde bikin û wiha dewam kir: “Ji ber ku siyasetên şer, înkarkirin, çewisandin, kuştin, koçberkirin û komkujiyan di çareserkirina nakokî û şeran de binkeftina xwe îsbat kir, her wiha kîn, paşketin, tundrawî di navbera gel û pêkhateyên dewletekê de zêde kirin.”

Meclisa Beth Nehreyn teqez kir ku ew li kêleka gelên bindest e û mafên wan, bi taybetî mafên gelê Suryan-Asûr-Keldan.

(cx)

ANHA