Rojnameyên erebî: Nîşaneyên gurbûn û berfirehbûna şerê li Filistînê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa tevgerên Siûdiyê li herêmê, dan û standinên nukleerî yên li Viyanayê û şerê li Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Nîşaneyên gurbûn û berfirehbûna şerê li Filistînê
12 gulan, 2021   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

'EREBISTANA SIÛDÎ BERÊ XWE DIDE ALIYEKÎ DIN'

Têkildarî tevgerên Siûdiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Di rojên dawîn de ji ber serdana gelek rayedarên welatên cuda, Erebistana Siûdî bal kişand ser xwe. Mîna serdana mîrê Qeterê şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, serdana serokwezîrê Pakistanê Umran Xan, serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu û kêm caran peywendî bi Îranê re çêbû.

Derdorên ji Kendavê dibêjin ku serdanên li pey hev û pejirandina lidarxistina gerên diyalogê bi Îranê re nîşan dide ku rêveberiya Siûdiyê berê xwe dide aliyekî din. Di wê çarçoveyê de, hewl dide dozên nakok sar bike û bi awayekî dualî çareser bike, armanca wê ya sereke jî berjewendiyên wê ne.

Aliyên derdorê destnîşan dikin ku Siûdî hewl dide ji guhertinên herêmî bi lez û bi awayekî pratîkî sûdê bigire, her wiha diyar dikin ku Siûdî mekanîzmayên dan û standina xwe bi hevbendiyên kevn re guherandiye û êdî peywendiyê bi Îran û Tirkiyê re jî qebûl dike.”

'NÎŞANEYÊN BÊHEVIYA EWROPAYÊ JI DAN Û STANDINÊN VIYANAYÊ'

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Îranê wiha nivisî: “Duh nîşaneyên bêheviya welatên Ewropayê ji dan û standinên Viyanayê derketin, ku armanca dan û standinan vejandina peymana nukleerî ya di navbera Îran û welatên mezin de ye. Çavkaniyên ewropî yên beşdarî gera 4`emîn a dan û standinan bûne, ji rojnameyê re got derfeta lihevkirinekê heta 21`ê Gulanê daketiye nîvî û gelek detayên biçûk hene ku amerîkî û Îran li ser kar dikin.”

NÎŞANEYÊN GURBÛNA ŞERÊ LI FILISTÎNÊ

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Filistînê wiha nivîsî: “Rêzepêşketinên di navbera filistîniyan û Îsraîlê de nîşan didin ku dema pêş dê şer gurtir û tundtir be, heke hewldanên aramkirina rewşê yên navneteweyî bi awayekî cidî û lez pêk neyên.

Di 24 saetên dawîn de, ji Xezayê li dijî hin armancên li Îsraîlê moşek hatin avêtin. Wekî bersivdayîn jî Îsraîlê êrişî hin cihên li Filistînê kir û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî. Ev pêşketin nîşan dide ku dibe şer dewam bike û belavî herêmî din bibe. Hin analîzvan destnîşan dikin ku ne ji berjewendiya filistîniyan e ku şer ji Qudsê belavî Xezayê bibe.”

(cx)