TEV-DEM: Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya avakirina aşitiyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna Remezanê li tevahiya gelê Sûriyê, civaka îslamî, malbatên şehîdan, birîndarên şer û şervanên li eniyan pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya avakirina rihê aştî û lêborandinê, her wiha tevahiya pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane çareser bibin û bigihêjin aştiyê û li herêmê aramî û ewlehî misoger bibe. 

TEV-DEM: Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya avakirina aşitiyê
12 gulan, 2021   05:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî mijarê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke der barê cejna Remezanê ku dikeve roja pênşemê de, da.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê ya girêdayî cejna Remezanê de wiha hate gotin:

"Bi rasthatina cejna Remezanê em pêkhateyên Sûriyê, civaka îslamî, hemû malbatên şehîdan, hevrêyên birîndar û şervanên azadiyê yên li eniyên rûmet û namûsê pîroz dikin.

Cejn û boneyên olî xwedî girîngiyeke mezin in, ji ber ku li gel civakan xwedî wateyên mirovî, nirxên exlaqî û çandî ne û parastina van wateyên exlaqî dike, hêviya me ew e ku ev bone bibin wesîleya avakirina aştî, rihê bexişandin û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane da ku bigihêjin aştiyê û li herêmê jî ewlehî û aramî misoger bibe.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê yekê bone û cejnan li ser serên civakan dikin jehr, siyasetên dagirkerane yên derqanûnî û hiquqî didin meşandin û bi rêya topbarana hovane ya rojane, siyaseta qutkirina avê ya li ser milyonan mirov, zuhakirina rehên jiyanê û qutkirina wê ya li ser bendava Firatê siyaseta şewitandina erdê dide meşandin. Ev jî bi serê xwe sûcekî şer ê li dijî mirovahî, xweza û li dijî hemû zindiyan e, di heman de pîvnanên exlaqî û mirovî bin pê dike û ev tevhaî jî ji bo siyaseta xwe ya şofînîst bide meşandin.

Em TEV-DEM`ê dubare vê boneyê pîroz dikin û piştrast dikin ku hêviyên me hene ku dê aştî li tavhiya Sûriyê misoger bibe û têkoşîna ji bo peydakirina vegera biewle ya ji bo hemû koçberên sûrî  vegerin malên xwe, berdewam bike."

(eh)

ANHA