`Armanca êrişên li ser Herêmên Parastinê û qutkirina avê qirkirina Kurdan e`

Rewşenbîrên herêma Cizîrê da zanîn ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girêdayî hev in.

`Armanca êrişên li ser Herêmên Parastinê û qutkirina avê qirkirina Kurdan e`
12 gulan, 2021   02:36
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan her roj  berfirehtir dibe.

Bi berdewama tecrîdê re dewleta Tirk ava çemê Firatê û ava vexwarinê ji ser kantona Hesekê qut kiriye, her wiha êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, didomîne.

Di vê çarçoveyê de, rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama komploya navneteweyî ku derbasî sala xwe ya 23`yemîn bûye.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Mexso tekez kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku îrade û vîna gelê Kurd têk bibe û wiha got: "Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike. Dixwaze bi şêwazên cûda tecrîdê girantir bike."

 ‘BI RIHÊ TÊKOŞÎNÊ HEWL DIDIN FIKR Û FELSEFEYA RÊBERTÊ PÊK BÎNIN‘

Ebûd Mexso wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike dixwaze felsefeya neteweya demokratîk sînordar bike, da ku fikirên wî neghêjin cîhanê. Planên wan dê bi ser nekevin. Ji ber hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi felsefeya rêbertî ve girêdayî ne. Bi rihê têkoşînê hewl didin fikirên wî pêk bînin û fikir û felsefeya wî çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e."

Mexso behsa berxwedana HPG û YJA – SATAR di Pêngava Bazên Zagrosê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên li ser Metîna, Avaşîn û Zap piştî biknetina Garê hewl dide careke din hêza xwe derxe holê. Lê hêzên gerîla li hember êrişên dewleta Tirk berxwedaniyên lehengiyê dinivîsînin. Ji ber wê jî hêza wî ya leşkerî roj bi roj paşde dikeve." 

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve û piştî binketina wê li çiyayên Garê di Sibata borî de, êrişên berfireh di aliyê bejahî û hewayî de li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêk tîne û hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê de li hember êrişan li ber xwe didin.

 ‘SIYASETÊN PLANKIRÎ LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ KURD E‘

Her wiha Endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lihevkirinên li dijî Şengalê, qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser Rêber AbdulLah Ocalan siyasetên pilankirî li dijî îradeya gelê Kurd e.

Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ne tenê wî dike hedef, lê belê li dijî fikir û felsefeya wî ye jî.

Leyla Îbrahîm tekez kir ku dewleta Tirk û hêzên cîhanê ji projeya neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê ditirsin û wiha domand: "Dewleta Tirk bi hevkariya hêzên cîhanê tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz dike da ku wî ji derve qut bikin. Ji ber Rêber Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzer û malbata xwe re çareseriyan pêşkêş dike."

 ‘DIJMINÊ KAL Û BAVAN NABE DOSTÊ LAWAN‘

Leyla Îbrahîm îşaret bi girîngiya yekitiya kurdî kir û ev tişt anî ziman: "Divê em li dijî diminê xwe yek dest bin. Divê em baş zanibin ku dijminê kal û bavan nabê dostê lawan."

Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk her demekê idîayan der barê tenduristiya rêber Ocalan belav dike da ku îradeya gelê Kurd bişikîne, lê gelê ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan ava kiriye tu kes nikare îradeya wî têk bibe.

(bx)

ANHA