Ketaib El-Qesam û Seraya El-Qudis, Til Avîv bi zêdetirî 130 moşekan topbaran kir

Ketaib El-Qesam û Seraya El-Qudis ragihand ku ji bo bersivdana wêrankirina Îsaîlê ya burc û avahiyên şêniyên li Xezayê, Til Avîv bi zêdetirî 130 moşekan kir armanc.

Ketaib El-Qesam û Seraya El-Qudis, Til Avîv bi zêdetirî 130 moşekan topbaran kir
11 gulan, 2021   19:02
XEZA

Nûçegihana me ragihand ku Ketaib El-Qesam ê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê û Seraya El-Qudis ê baskê leşkerî yê Tevgera El-Cîhad El-Îslamî bi zêdetirî 130 moşekan Til Avîv topbaran kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku ev derbeyeke mezintirîn di dîroka komên Filistînê de ye û ji bersivana li ser wêrankirina artêşa Îsraîlê ya avahî û burcên şêniyên li Xezayê pêk hat.

Ketaib El-Qesam di demeke berê de Îsraîlê ji xeteriya wêrankirina burcên niştecihan hişyar kir. Lê di raporên Îsraîlê de hate gotin ku erêkirineke fermî li ser vê tedbîrê çêbûye, da ku fişarê li komên li Xezayê bike.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, zengilên hişyariyê li Til Avîv û derdora wê lêdan, her wiha di encama topbaranê de birîndar jî çêbûn û axaftina li ser kuştiyan jî hene.

Artêşa Îsraîlê burca Henadî a niştecihî li rojavayê Xeza ku ji 13 qatan pêk tê bi temamî wêran kir.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kj3rO2NKCQE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>