​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke meşaleyî li Dêrik û Çilaxa yên kantona Qamişlo li dar xist û tê de serferberiya gitşî ji bo piştgiriya bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re li dijî êrişên faşîsta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand.

​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Çilaxa seferberî li dijî êrişên Tirkiyê ragihand
11 gulan, 2021   20:52
DÊRIK

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Çerxeriya Şehîdan a Dêrikê ya Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştgiriya bi berxwedana Pêngava Bazên Zagrosê re kom bûn.

Meş bi hildana wêneyên Rêber Ocalan, wêneyên şehîdên Avaşîn, al û sembolên kurdî û meşaleyan, tevî diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li djî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dest pê kir û li tevahî kolanên Dêrikê heta bi sûkê gerî.

Li pêş Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger meş vegerî mîtîngê û deqeyek rêz girtin, piştre Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî da. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê Star Şahî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji zêdetirî sed sal ve, dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd têk bibe, erdnîgariya Kurdistanê dagir bike, demografiya wê biguhere û mafên wê yên rewa têk bibe.

Dewleta Tirk a faşîst sûcên hovane li dijî gelê Kurd û gelên dîtir ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk anîn. Lê bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re tevahî planên li dijî gelê Kurd hatin têkbirin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan seferberiyê radigihînin û piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re li dijî dewleta Tirk a faşîst ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Metîna, Zap û Avaşîn bombebaran dike nîşan didin. Dê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan em li dijî faşîsta Tirk û siyasetên wê yên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bi ser kevin.

Em bang li tevahî rêxistinên ciwanan dikin ku tev li seferberiyê bibin û li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst bisekinin, piştgiriya berxwedana Pêngava Bazên Zagrosê ku destanên qehremantiyê û fedekarî li dijî faşîsta Tirk nivîsandine, bikin."

ÇILAXA

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Çilaxa meşek bi meşaleyan li dar xist û piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da û seferberiya giştî ragihand.

Meş ji têketina rojava ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de alên ciwanên şoreşger, Kongreya Star û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, tevî wê jî diruşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Mahsûm vegerî mîtîngê û li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Heqî Kerar axivî û got berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dike û dê derbeyeke giran mîna çawa li çiyayên Garê li wan daye, bibe.

Heqî Kerar ev gotin lê zêde kir: "Ciwanên Şoreşger ragihand ku tev li seferberiya giştî ya piştgiriya ji hêzên gerîla re dibin. Tevger amade ye ku piştevaniya Bazên Zagrosê li Zap, Metîna û heta rizgarkirina tevahî xaka Kurdistanê ji dewleta Tirk a dagirker bike. dewleta Tirk a dagirker tevî çekên pêşketî û teknolojî nagihîne armanca xwe."

Meş bi diruşmên bijî berxwedana gerîla û şermezarkirina bomberanên dewleta Tirk  bi dawî bû.

(fr-eh)

ANHA