ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2021
11 gulan, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê mûman li ser Goristana şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya hatina cejna Remezanê saet di 21:00’an de pêdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê dan zanîn ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girêdayî hev in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Partiyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku KNK’ê ew ji bo beşdariya li konferansa "Dijî dagirkeriyê" vexwendiye û piştrast kir ku ew ê beşdarî konferansê bibin û bang li tevahî aliyên siyasî, civakî û çandî kir ku beşdarî konferansê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Xerîb Heso hişyarî da ku divê bi nêrîneke taktîkî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê neyê nêrîn û teqez kir ku ev êriş bi armanca tunekirina Kurd û Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ye û bang li Kurd, Ereb û her kesê ku li ser axa Kurdistanê dijîn kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Gelek welatên ewropî û erebî ji bo kêmkirina bandora Ixwan Muslimîn di nava liv û tevgerê de ne. Lê pirsa herî girîng a girêdayî cidîbûna van tevgeran e, gelo ew stratejiyeke dayîm e an jî tenê girtekên tektîkî ne?. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Musilman li tevahî cîhanê piştî meheke rojî, amadekariyên Cejna Remezanê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qerebalixeke zêde di sûkan de heye û şênî pêwîstiyên cejnê dikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li paş bendavên xwe girt, li gelek beşên çemê Firatê av qirêj bûye. Ev yek li ser tenduristiya şêniyên herêmê û zindiyan mertisiyekê çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Îsal cejna Remezanê di ser koçberên li kampa Ebû Qebîi ya li Reqayê de bêyî rêûresman derbas dibe, li gel wê jî hêviyên koçberan a vegera li malên xwe yên li Idliba ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên ji pêkhateya Ereb a navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê derxin û aştiya navxweyî û biratiya gelan a li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin û gotin, “Dê şêniyên herêmê bi pey van planan nekeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên gundên rojavayê Kobanê teqez kir ku ew du meh in ava vexwarinê bi zehmetî peyda dikin. Gerînendetiya Avê jî hîna çareserî nedîtiye, ji ber ku çareserî di çemê Firatê de ye û Firat ziwa dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA