Bîlançoya gurbûna leşkerî ya di navbera Xeza û Îsraîlê de

Di encama rageşiya leşkerî ya di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de 27 filistînî hatin qetilkirin, ji wan 10 zarok û jinek e, her wiha zêdetirî 155 kesên din jî birîndar bûn û du îsraîlî jî hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Bîlançoya gurbûna leşkerî ya di navbera Xeza û Îsraîlê de
11 gulan, 2021   16:48
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmên Xezayê de 28 filistînî hatin kuştin, jê 10 zarok û jinek e û zêdetirî 152 kesan birîndar bûn.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku artêşa  Îsraîlê malek rûxand û avahiyeke sivîl kir armanc. Girêdayî vê, komên filistînî hişyarî dabûn.

Têkildarî mijarê ji ber moşekên komên Filistînê yên avêtin bajarên Îsraîlê yên nêzî Xezayê du îsraîlî hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Komên Filistînê eşkere kir ku wan kampên Xelaf bi moşekan kir armanc û bi vê yekê bersiva ruxandina malan da.

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjemîn Netenyahu têkildarî nirxandina rewşê li navenda Fermandariyê ya li herêma başûr a artêşa îsraîlê îro piştî nîvro got biryara xurtkirina hêza êrişên li Xezayê û asta êrişan da û ew di lûtkeya şer de ne.

Ev yek di demekê de ku asta topbarana di navbera artêşa Îsraîlê û komên Filistînê de berdewam in pêk hat, lê tu axaftina li ser navbeynkariyên nêzîk ên ku dawî li rageşiyê bînin tune ne.

(eh)