​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê qutkirina ava Firatê ji hêla Tirkiyê ve şermezar kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê sûcên dewleta Tirk ên bi rêya qutkirina avê çemê Firatê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin ku pabendî peymana dabeşkirina avê bibe û gefan li jiyana şêniyên herêmê nexwe.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê qutkirina ava Firatê ji hêla Tirkiyê ve şermezar kir
11 gulan, 2021   15:02
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û mehrûmkirina wan ji pêdiviyên jiyanê mîna qutkirina avê şermezar kirin.

Di daxuyaniya şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk di siyaseta şerê bi avê û birçîkirina gelan de berdewam e û pê re jî bêdengiya civaka navneteweyî heye ku sînorek heta niha ji van kiryar û sûcan re danîne. Dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî bin pê kirin û tu biryar an jî bertek an jî daxuyaniyek ji civaka navneteweyî de li ser danîna sînorekî ji dewleta Tirk re derneketiye.

Di gel nebarîna baranê û qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve di bihar û havînê de gelê Sûriyê azarên kêmbûna avê kişandin. Her wiha qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve li ser Sûriyê û Iraqê karesatek li ser jiyana şêniyên li van herêman çêkir.

Divê hikumeta Tirkiyê li siyasetên xwe yên li hember dewletên cîran vegere û peymanên dabeşkirina avê bi Sûriyê û Iraqê re pêk bîne.

Em şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê van sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne şermezar dikin û bang li NY’yê û civaka navneteweyî, hikumeta Iraq û hikumeta Şamê dikin ku fişareke cidî li dijî hikumeta Tirkiyê bikin, da ku li gorî peymana dabeşkirina avê tev bigere û gefan li jiyana şêniyên Sûriyê û Iraqê nexwe.

Em bang li Konseya Ewelehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Camiya Dewletên Ereb û rêxistinên mirovî dikin ku pêngavên aktîf û cidî bigirin, da ku sûcên hikumeta AKP’ê rawestînin, hesab jê bixwazin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QXt-kQbzGXA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>