Li Idlibê leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku roja duşemê di encama êrişeke bi moşekan li herêma Idlibê de, leşkerekî wan hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Idlibê leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin
11 gulan, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniyê de de diyar kir ku hêzên wan bersiva jêdera êrişê dane.

Vê sibehê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku mayînek li ser rêyê Keferlosîn-dergeha Bab El-Hewa ya sînorî bi Tirkiyê, hemwextî derbasbûna karwanekî artêşa Tirk a dagirker, teqiya.

(dm)