Li Xezayê şer didome: Kuştî û birîndar hene

Şerê di navbera komên Filistînê û artêşa Îsraîlê de berdwam e. Wezareta Tenduristiyê li Xezayê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê 22 sivîl ji Filistînê hatine kuştin û 106 kesên din jî birîndar bûn.

Li Xezayê şer didome: Kuştî û birîndar hene
11 gulan, 2021   08:16
XEZA

Li gorî nûçegihanê me ji Xezayê ragihandî ku şer leşkerî yê li Xezayê li gel gefxwarinên ji her du aliyan ve, gurtir dibe.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ragihand ku 22 filistînî, di nav wan de 9 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dane, her wiha 106 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Îsraîlê êrişên xwe li dijî nuqte û deverên cûda yên li Xezayê didomîne.

Di heman demê de, li herêmên di hundirê Îsraîlê de, şerekî giran rû. Di encamê de, hemwelatiyek filistînî bi guleyên Îsraîlê hate kuştin.

(dx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3jQq9kF4Qo0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>